Hedefi olmayan gemiye hiçbir rüzgar yardım edemez. (Montaigne)
Sponsorlarımız
GÜNEYDOĞU’DA MEDRESELER
CUDATIYA DI NAVBERA “MELE”, “SEYDA” Û “ŞÊX” DE
Li Kurdistanê ji kesên xwenedayên Medreseya Kurdî re, ev xeysetnavên li jêrê têne gotin: SUXTE, ŞAGIRD, FEQÎ, TALIB, MINTEHÎ.
Kesê ku medrese diqedîne, jê re MINTEHÎ tê gotin û bawername (îcaze) werdigire, piştre jê re MELA tê gotin.
Di nava meleyan de kesê ku ders dide, jê re SEYDA tê gotin.
(Bi kurdiya kurmancî navê dersê SEY e, lêkera wê DA ye= SEYDA.)
Her seyda û her mele dikare meletî bike, lê her mele nikare SEYDAtî bike.
Di nava mele û seydayan de hin kes dibin ŞÊX.
Piştî ku dawî li xwendina medreseyê hat, hin kes li ba şêxekî ku xelîfe ye şeş meh, salek an du sal dimîne û emel dike, ji wî kesî re dibêjin SALIK. Di dema saliktiyê de, salik 40 rojî dikeve cihekî tarî û perestinî dike. Ji vê mana çilroje re SILÛK tê gotin. Di wan rojên silûkê de rojê sê xurme yan çengek mewîj dixwe û tasek av vedixwe. Piştre eger şêxê wî rewa bibîne, xelîfetî dide kesê ku saliktiya xwe bi dawî aniye. Hingê ew SALIK jî dibe XELÎFE û jê re ŞÊX tê gotin.
Lê belê her şêx nikare XELÎFETÎ bide salikanên xwe. Herweha her şêx nikare meletî jî bike.
Hin şêx hene ku şêxantî ji bav û kalên wan berdewam e. Kesên wisa Medreseya Kurdî xwendine, îcaze wergirtine û saliktî jî kirine, bûne xelîfe, li şêxantiyê jî berdewam in.
Lê mix bin hin kesên nexwendî hene, xeysetnavê ŞÊXantiyê ji wan re bûye wek pîşeyeke ajartî û şêxantî ji bav û kalan ji bo wan berdewam e. Kesên wisa ne şêx in. Li Kurdistanê ji yên wisa re dibêjin ŞÊXÊN BEJIK.
Bi hêviya ku hin ciwanên me yên zana û zîrek li ser vê babetê lêkolîn bikin û berhem biafirînin.
Her şad û bextewer bin...